Daxuyaniya Civaka Akadîmîkarên Êzdiyan (GEA) derbarê revandina keçek Êzdî li Iraqê de

Civaka Akadîmîkarên Êzdiyan (GEA) derbarê revandina keçek êzîdî ya 11 salî ku di 09.01.2013 an de li gundê Şêxika yê girêdayî bajarokê Al-Qushê yê herema Kurdistanê, bi fikar e. Kesê ev keçik revandî ye, mirovekî 20 salî ye û bi ola xwe misilman e. Keçika bê sûc û guneh heta dema revandina wê tevî malbata xwe dijîya. Revandin ji nişka ve bû û bê îradeya keçikê qewimî. Zewaca bi kesê ku ew revandî ye li ser wê û li gorî rêbaza misilmanetiyê hate ferzkirin. Malbata vê keçika temen bi çûk şok bû. Bi tenê hate hîştin û bê çare xwe li himberî vê bûyerê dît, bêyî ku tu alîkariyek ji aliyê dezgehên dewletê bi wê re were kirin. GEA bi tûndî vê kiryarê şermezar dike!. Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye zarok û keçên Êzdiyan ji aliyê misilmanên cîran ve têne revandin û li wan tecawîz tê kirin. Em ji van bûyeran re êdî dibêjin bes e!.

 

Tevî nerazîbûn û xwepêşandanên civaka Êzîdî li tevahiya cîhanê û xwestina serbestberdana vê keçikê, lê dîsa jî tu reaksyon ji aliyên fermî ve nehatin bihîstin. Ne ji aliyê hikûmeta Iraqê û ne jî ya herema federal ya Kurdistanê. Mîr Tehsîn, mîrê Êzdiyan li cîhanê 3 caran bi nivskî bang li derdorên têkildar kir da ku mudaxeleyê bikin û di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê tu pêşveçûn û encam derneketin. Her weha cihê ku keçik lê dimîne jî hîna nehatiye naskirin. GEA dozê li hemû derdorên têkildar dike ku bi lez bûyerê ronî bikin û ji bo raya giştî şîrove û eşker bikin.

 

Civaka Êzîdî bi sedên salane di bin metirsiyê de jiyan kirî ye. Rastî komkujî û koçberkirinê hatiye. Li tevahiya cîhanê tenê yek milyon êzdî dijîn. Êzdiyatî jî wek ol ji kevintrîn ol û baweriyên mirovayetiyê ye. Xwedî baweriyek aşîtyane ye û hemû şêweyên dijwariyê red dike. Ew niha jî rastî metirsiyek mezin tê û bi tunebûnê re rû bi rû ye. GEA bi baldarî pêşveçûnên ku ev çend sal li li Iraqê diqewimin û bandora xwe li jiyan û rewşa êzdiyan dikin, dişopîne. Êzîdî li wir rastî çewisandina cîranên misilman tên. Nûçeyên êrîşên li dijî Êzîdiyan û mal û milkên wan her car derbas dibin.

 

Li gorî texmînên GEA yê li Iraqê bi tevayî 700.000 Êzîdî dijîn. Desthilatdariya Iraq û ya herema federal ya Kurdistanê jî heta niha bi wacibên xwe ranebûye, Êzîdiyan ji hemû cûreyên tehlûkeyan biparêz in. Êzîdî ev çend salin li himberî misilmanên radîkal bêzar in û nikarin berevaniya xwe bikin. Ji ber hindê divê dawî li vê rewşê were!. Sazî û dezgehên dewletê divê pêkhatiyên olî qebûl bikin û ji bo parastina wan tedbîrên cidî û ji dil werbigrin. Her weha divê li van ol û bawermendên wan xwedî derkevin û destekê bidin wan. Divê kêmol bêtin parastin û atmosfêrek ji wekhevî, aşîtî, hevdûqebûlkirin û yekgirtinê were peydakirinê.

 

GEA xwestekên xwe weha ji bo Serokên Iraqê Celal Talibanî û yê herema federal ya Kurdistanê Mesûd Berzanî, rêz dike:

 

  • Divê di zûtrîn dem de ev bûyer bête zelalkirin û tedbîrên zagonî derbarê kesê ku ev keçik revandî ye û her weha kesên bi wî re alîkar, bêtin stendin.
  • Keçika rastî çewisandin û şokek mezin hatiye kirin, divê yekser li malbata wê bête vegerandin.
  • Divê tedbîrên cidî ji bo parastina zarok û ciwanan bêtin stendin.
  • Divê mafên Êzdiyan mîna kêmol bêtin misogirkirin û Êzîdî bêtin parastin. Di destûra bingehîn de bêtin naskirin.
  • Divê tedbîrên ewlekariyê ji bo Êzîdiyan, mal milk û gundên wan werin stendin.

 

Em bangê li hemû rêxistinên mafên mirovan û li raya giştî ya cîhanê dikin da ku alîkariya Êzîdyan bikin û wan û hemû kêmolên din yên li Iraqê biparêzin.

 

Em bangê li raya giştî û hemû hêzên demokrat dikin ku bûyerên bi vî rengî cidî bigrin û têkevin nava liv û tevgerê de.

 

Em bangê li her kesî dikin ku ji bo aşîtî, tolerans û bi hev re jiyana gel û olan bixebitin.